DR. ÖMER ULUÇAY
Dengbêj pêyvek taybet e, gotinek pir reng e, şorek bi deng e, bi hemvateyan pir dewlemend e. Dengbejî sernav e, tûr û sanduqa kesên zane û hunermend e. Dî hindirê pêyva dengbêjîyê de cewherê kevnar û ê cîranan jî heye: Mux-muxan-axund; navê devra Zerdeşt de kesên ku bi meqam Gata yê Avesta yê dixunin ra tête gotin. Ew tehra dî hemu olan da heye. Di Îslamê de navê bi meqam xwendinê tecvîd e (mucevvîd), bi heft meqaman Quran tête xwandin. Kesên ku musîkîyê îcra dikin ra dibêjin mugan(teganni).
Dengbêj, bi meqam û awaz dibêje. Dengbêj musîkînas e û gorî mijarê naxmeyê diafrîne û îcra dike. Ewna alîyê dengdanê ne. Ca alîyê pêyvê; gotînê jî hîn cüda û devlemend dike, ew şaxa jî dîkeve behra zimannasi yê. Dî virda zanîn, hest,hewl, afirandin, qebîlîyet derdikeve holê, ew kes şaîr e. Eyan dibe ku, dengbêj heye ‘neqildar’ e, dengbêj heye çeker e, afîrîner e, gotinan war dike, ditevîne, bi şîweyên zarava dixemilîne, bi wezn û qafîye diherikîne, lî meqamekî sîwar dike di çanda Kurdî da dibezîne, armancê diedilîne, di bîr û bawerîya gel da dineqşîne.
Dengbêj ku; zane be, çand û dîrok mîras girtî be, şaîr û hunermend be, bi berhemên ku afirandî nemir dibe. Ku bimire jî namire. Dibe ava Zemzem ê, dibe ava Zimzima Nuranî her û her diherike.Dibe tav û her û her ronî û bi jîyan dike, kirasê xwa diguhare û li nifşekî nu da carek din vedijê, nemir dibe.
- Sponsorlarımız -
Bi van raman û hewlan ez peyva “Dengbêj” pîroz dibinim. Ew pîrozîya zanînê, hûner û cewherê meruvatîyê ye. Ew berhem, cewher, xezîne û define; mal, war, neqş û mohra Kurda ne ruh u can e.
Di kilamên Dengbêjan da qerektera Kurd eyan-beyan dibe: Kesê Kurd; bi ferset e, sadiq e, camêr e, bi cesaret e, mêrxas û egîd e, hezkar e, pêt e, dişuxule, alîkar û fedekar e, hevalhez e, bi rehm û kerem e, qedîrnas e, hürmetkâr e, bi qinyat û qeneet e, bawermend e, ol parêz e, zekî ye, zu hîn dibe.Kurd; sirûştê, ax û çand û zimanê xwe diparêze, azadî-aşitî û welat hez e, xadî heysîyet û sihûd e, rê û rismên jîyana civakî dizane û diparêz e, heqnas e, dijî zilm û zordarîyê ye, bi zurê ser danîne, were bisekine mal û can fîda ye. Ca di navda hinek tên kirrîn û firotinê, hinek berjewendîya xwe pêş digrin û ferz dibînîn, bi warê dine û meqaman zu dixape, pesandinê hez dike. Kurd î kewî/kedî ye, malşîn e, zarokan hez dike, jin-mêr wek hevin û hevu din temam dikin.Jin dî mal da kewanî û xatûn e, di şer da şêr e, hevalbend e (şêr şêr e, çi jin û çi mêr e, firk nîne). Ferza tev jîyanê aşîtî û hevaltîya rizayî ye.Kurd bi heq û warê xwe razî ye, ne tecavüz kar e, lê xwe û warê xwe dixaze û diparêze.Em dikarin van xalan hîn zede bikin. Di kilamên dengbêjan da numuneyên van gotinan/unsuran zede ne, wek hebên tizbîyê li pê hev din di rêzêda ne.
*
Dengbêj Evdalê Zêynike (1800-1913), Homerosê Kurda ne, di çanda Kurdî da şax berda ne, ew dibistan e, mekteb û medrese ye, kanî û kana jîyanê ye, mamuste ye, mûrşîd e, wek Çemê Reş, Dîcle û Ferat her u her diherîke; holhole, lîllan e, tilîlî u zixita, hewl hewla egîd û boka ne. Çand, lî Kurdistanê diwelîde, berf û baran e, lî ber tave keskûsor asuman dixemlîne, di erşê da ta ferşê şax berda ne. Her şopdar û hevalên Evdal çîya ke, mile şetteki ne, di cih û waren xwa direngîne. Ewna şagirtê Evdalê Zeynikê ne, lê ewna kî û kî ne? Werin em bikin bilezînîn, ava van kanî û çeman bi hevgînin, ‘Dengname ya Kurdan’ biedlînin.
Dî şaxa Evdal da; Reso(1902 -1983) dû hezar kilaman zane, bi xwe 37 kilam çêkirine.
- Sponsorlarımız-
Şakiro (1936-1996),Huseyno (1936-2001),Qeni Qereyazi (1955+) û gellek dengbêjin din şupdarê Evdalê Zeynikê ne. Hejmara dengbêjan zede dibe, dengbêjî bi hêz û belav dibe, çanda Kurda diparêze, lê hîn cih û meqamê xwe nedîtî ye, di vê nuqtê da asteng û kêmasîyên sazimanî hene.
Bira ew silavek bi dil û can buna Dengbêj û xebatkaran be. Siterka sibê li me hilatîye, Dengbêj Reso li me silav girtîye, di enîya şer da kilam gotîye, ka li me ra çi dîyar kirîye?
Komek(1) hevalên lêger u kumkar, derheqî jîyana Reso û xebatên wî da berhem weşandi ne, ez wan pîroz dikim. Di van berheman da xuya dibe ku Reso; di mijara Şerrê Navxwe û Serhildan, Evînî, Nesîhat û Belengazî, Suruştî, Govendî, Olî (Beyt û qesîde) da kilam gotiye (neqil, îcrakar) û afirandiye.
- Advertisement -
Gorî van çavikan, yên ku Reso gotine/îcra kirine(performans) û yên ku çê kirine da emê bi taybet qala kilamên serhildanê bikin, emê hest û hewlên xwe tevêkin, di rêça dengbêj da nişan bidin (hêjmar 20 hebin, Ö.Güneş-İ.Şahin, s.37-86):
*
Dengbêj Reso(1902-1983); dengbêjî li herdu apên xwe- ku ewna şagirtê Evdal bune- hîn kirî ye, li dengbêj Gula Fille ra di dîwanê da kilam gotî ye. Reso sofî ye, musîkî û wejeya olî-kurdî dizane. Reso yê Gopala, Mihacîr, Şahê Dengbêja şaîr e, di şerîatê da heqqê gel û qewman nas kirîye û lê xwedî derketîye, ziman û çanda Kurdî wek ferzên olî parastine, ber qedexe kirina zimanê Kurdî derketîye û kilam gotî ye. Dî dîwana, reîsen eşîreta, axa û began, maqulan da, di cimaeta şex û millan da runiştî ye, cih girtî ye, tevî galgalan buye, dengbêjîya hinek kesan jî kirîye. Li gund û bajarên Serhedê niştecî buye û gerîya ye.
Reso buna dawetekê derre Surucê, di sînorda dawetek heye, beştarê dibe, bi heft kesan ra dikeve şerre deng û bêjê, istiranê û bi ser dikeve. Di cimatê da qeweka bi jahr/henne îkram kirine u Reso jî vexarî ye. Li pê vê buyerê denge Reso dixerrike/ xirab dibe. Reso tê mal, deng lê dernayê, ha ha hinekî vedîbe. Ew dibe qunaxek xirab, jîyan û navê Reso dike du par a(berî jahrê û lî dû jahrê).Wek hemu dengbêjan di feqîrtî û belengazîyê da jîyan derbas dibe.
Reso dibe şadê hemu qewimîyên li Kurdistanê, lehengên şoreşê, berxwedanê, bêzavê nas û di kilaman da wan nemîr dike. Di vê demê da cıvata Kurd, di guharîn û tekoşînek mezinda ye. Axa, Beg û mîran serhilda ye lê bi serneketîne, dewsa wan şex û milla hatine, gorî şerîate li heq û huquka Kurdan xadî derketîne, lê mixabin ewna jî şikestîne. Dema nu da zane û gence Kurda bi hereketek civatî, hevparî û hevkarî, azadî û wekhevî tekoşîn rewa kirin e, didome. Bar giran e, rê bi asteng e, zor û zexm e, xûn û mirin e, mij e duman e lê roj hiltê ye. Dîroka Kurda qat bi qat, qunax bi qunax e, dengbêj jî ê gorî van deman kilaman bitevînin, çê bikin, biafrînin.
Berhemên Dengbêj Reso ewna ne (yên ku afirandî ne): Kilama Lo Mîro, Axawo, Xalid Begê Cibrî, Ferzê (Ferzê Bavê Mihemed alıh), Xalid Begê Hesenî, Gula Di Zinêr De, Quling û Reso, Dîlber, Lê Lê Delalîyê, Menal Menal, Towbe, Hey Lê, Rabe Rabe(M.Begîk).
*
Dema ku Reso dikele, ku dike dest bi kilamê bike, wek derwêşe ku bi cezbe dikeve, mêl dibe, hedî hêdî pel dide, wek Çemê Dîclê carê ra dihilhile, diqîrre û diherîke, li kuzikên şervanan dimîne, peyva tevî gülle dike û diteqîne, gülle lî şîllikê enîye u peyv li urta sîng dikevin bi hevdin ra şa dibin.Dî olan/qeresetan da hejmara gullan ne li hesêbin, li pêhev dirijin, seyda xwa digrin.
Dengbêj ne wek giramafon ê ku safî deng bide. Dengbêj, kilamê dijê û dikeve we demê û wî durvî, bi dest û leppan, bi bask û pîyan, bi kurçkirina çav û birîyan, bi ruh û can buyerê berçav dike. Dengbêj wek şanuger e. Cimata xwe zeft dike, tev dikevin kuzika, kemîna, tev diteqînîn Mawzer, Martînî û Modelyan, sîsteman gire didin, qundaxên tifingan li erdê dêxin.”De hevalno mêrê çê bin, çê bikin çê bixebitin. De lêxin ha lêxin. Bîhna barutê bira newalê tijî bike bifurre . Têyrê baz bira li me temaşeke, kewê gozel bira di ser meda qebqeb û lîlan ke. De lêxin bavê min no de lêxin”.
“wey lo, wey lo, wey lo/ wey lê wey lê wey lê wî” dibêjin û bangî hevudin dikin. Dengbêj mekanê şer teswîr dike, kesan dide axaftin. Guhdar wek li ser dîkê li şano temaşe dike, tu dibêy qey fîlmeke li ser perda sînemayê diherîke. Di navda dengbêj diaxive, sehna nu dide nasîn, bîner û guhdaran hazir dike û dikeve meydanê. Ew meydana şeran e, ne bi gef û guppa ne, ew gavanê felat û selatê, ew qursixê mayîn û mirinê ye, encam an çûn û an mayîn e. Hêz, hewl, zanistî, tecrübe, hille hertişt rewa ye. Dawîyê, Gurzê Rustemê Zal muhr dike.Kesî ku germa germistanê nedîye, ku xûya enîya xwe nerêtibe, germiye nabîne navwe. Kesên ku xun nerêtibin, sedereta azadîyê, serxwebunê nedîtin e, ew tiştekî weha giran buha ye, nabe qismetê her ê ku xastî ye.
“em ne çar Kurd in
Ew heye cerda Seyîdxan û Elîcan e
Hicuma wan li ser pişta hespan e
Gullê wan tê meriva li xeyban e”
Doza wan doza gel û xwestina heqan e
Azadî û serfîrazî buna wan e
“şerrê wan/neyaran şerrê Yezîd û Merwan e”
Tewfîq, Elîcan, Fesîhê Mihê, Şex Baran
Fenanî tomatîka ser milan e
Seyîdxan wek jahra mara û teyrê ser mera ne
De lêxîn bavê mîn no de lêxin
Mi hîn hilneda tola mera, Şêrê Bigûlî
Sîûpenç sîwaren ser qaşa zîn e
Dema ku dike arteş e, dinyê tev diqelîne
Ax wey lo, ax wey lê, ax dinya yê
“Ez Rebenim”. Dîdar bangî Hedya yê dike: Lî Pira Batmanê,li Çemê Xezalîyê, eşîra êvarda dor li kuzika Bavê Salih girtine. Xortekî bavçê nabînim ku gazîya Bavê Salih herre. Kesek tunne ku xeberê bide Seyyîdê Kerr e ku gazîya biraye xwe were. Ez Rebenim, reben ezîm.
Xalîd Beg, Keremê Qolaxasî, di şerre Intabêda ne
Gurmîna topan û hurmîna tifinga ne, dijmin pir giran e
Milyaketên asuman hatina gazî û silawetê van herduya ne
Xalît Bege bi sê denga digo: Kerem Beg, bavê mino
Çê be, çê bixebite, tulîya xwe lî ser tetik raneke
Şer giran e, şerrê mêran e, em bixebîtîn bi ruh û can e
Kerem Beg bersîv dide Xalit Begê: Xalit Bego
Çaven xwe veke, lî min mêzeke bi çar çavan e
Qurban ez bi xwe li Mala Mistefa Begê me
Qaçaxê dewletê, şêrê serî çîya me.
Mirin heye rev tunne ye.
“Gelîyê Zîlan” ew çi qereset e, kumkujî ye
Qalek çê buye li Gelîyê Zîlan, warê Salih Begê
Zozanê Sûtê,Kanîya Dîdarê,Delavê Herîşoyê
Qumandarê Firqa Bazîdê Derweş Begê
Buna xelekek zêr Tulîya Ûsiv Begê di berda jê kirîye,
Şex Tahir fesadî kirîye
Devê tupan û tomatîkan lî hesîre Gelîyê Zîlan gire dane
Gurmîna tupan û tequreqa mêrata tomatîkan e
Laşê gel di serhevda mane, xûn herîkîye wek çema ne
Sêsed keç û buken Kurda hesîr girtin tev revîya ne
Ax felek mala te mêrat be. Gelîyê Zîlan, ez qurban
Şervan, Egid, Merxasê navdar Ferzende Beg; şoreşvanê Tevgera Şex Seîd û serhildana Agirî ye. Dema ku tekoşîn têk derre, sînur derbas dikin dikevin axa Îranê, rê dixazin ku derbasî Agirî bibin.Ecem rê nade û li vir şer diqewîme. Qumandarê Ecem dixaze ku kuma şervanan çek û pusetan dînin û teslîm bibin.Eşîra Hesenan ku tevî külfet hatibun, teklîfa Ecem qebîl nekirin û di navbera wan da şer qewimî. Bave Ferzende Silêmanê Ahmed û lawê wî tên kuştin. Kilama “Axawo” li ser Ferzende hatîye gotin.
Asîya dîya Ferzende ye, Besra jina wî ye, Elfesîya kurrê wî ye, Keremê Qolaxasî û Evdal bi Hesenan ra xal û xarzê ne, herdu lî eşîra Zîrka ne(Qereyazîya Erzurumê). Vana herdu di şer da tên kuştin.Buyer di hewşa Emîr Tuman da diqewime.
Xalîd Begê Hesenî, zabit e, Albay e, Kumandarê şeş Elayen Hamîdîyê li eşîra Hesenan e, bi qiyafet û rütbe ye. Di şerre Emîr Tûman da kurrê wî tê kuştin, pismam Ferzende birîndar dibe.Dema goça Hesenan derbas dibe, Xalîd Beg li cem Axayê Şikakî Îsmaîl Begê(Sîmko) dimîne, salekê şunda tê Mûşê û tê girtin, dibin Amed ê û îdam dikin (1926).
Albay Xalîd Begê Cibrî (1882-1925), di mekteba Herbîyê da hevalê Mistefa Kemal e, kumandarê Elaya Sîwarî ya Erzurumê ye. Xalid Beg bî çend hevalan xwe va Rêxistina Azadîyê ava dikin. Şex Seîd ra kurrê xaltîyê hevin.Jina Şex xwenga Xalîd Begê ye(bixaltê bi hevra zevicî ne). Bînbaşî Qasim pismamê Xalîd Begê Cibrî ye ew jî xuçkek Xalîd Begê ra zevîcîye. Şex Seîd û Qasim Beg bacnaxe hevin. Qasim muhbîrê dewletê ye, ku çi diqewîmê dike rapor û dişînê. Bi xayîntîya Qasim, hewldana Xalîd Begê binçav dimîne û gorî deme tedbir tên girtin. Tekoşîn pêşta tê belav kirin, bi ser nakeve.
Îlyas Xoce buye mepûsê Mûşê, bi navê Kemal Paşa xeberê tîne Xalîd Begê ra;”heger tu dest li kurdevarîyê berdî, ku tu çi dixazîyê emê bit edin”. Xalîd beg van teklîfan red dike û lî Îlyas Xoce dixeyîde. Dema ku Kemal Paşa desthilatdarîya xwe dest xist, Îlyas Xoce dibe tereftarê Kemal.
Hukmat Xalid Begê tayînî vezîfek pasif dike(Serokê Qomisyona kirrîn-frotinê), buna teftîşa ruşwetê dişinin Sarikamişê, li vir tê girtin, desta kelepçe dikin û dibin hepsa Bêdlîsê, tê dad kirin û îdam kirin. Dema ku di hepsêda ye, Şex Seîd heberê dişine ku em te bifilitînin, Xalid Beg qebîl nake, tim dibe sebir bikin. Bi îxbarîya Bînbaşi Qasim, Şez Seîd lî Varto(Gimgim) ser pira Ebdurrehman Paşa tê girtin. Di heman rojê da Xalid Beg tê îdam kirin. Di van mijaran da dû kilamen direj hene û hurgilî buyera eşkere dikin. Di van gotin û buyeran da qerekterên kesan berçav dibin, armanc ewe, ne dîrok nivisîn e.
“Axawo, li min li min, maqulo hey li min wey li min”
Deya Ferzende Asîye bi sê denga bangîn dike
Li jina Ferzende Besraye, lê Besrayê!
Şerek, qaleka li me çê bu di hewşa kafir Emîr Tûman da
Di êvar da li sere kanî yê, gülle dibarin vek tavên baranê
Besrayê bangîn kir li Ferzende: “Te digot ez Ferzende me
Mêr di ser min ra tûnne ne, bavê Efresîyab û sîwarê Eznavir im
Lê kanê ew çi hale, di ser me da gülle baran e.
Ferzende digot: lê Besrayê, kul di bedena te keve
Di êvarda ez bi du gulleyên tomatîkê di milda birîndarim.
Eva ne şerrê Hessenan e, ne şerrê Heyderan e, ne şerrê Cîbran e
Ew şerrê Emîr Tûmane, kafir e, ne dîn e ne wîcdan e
Ser me da girre girra tomatîka, makînelîya û gurmîna topan e
Tulîyen min kussî ne nakin tu liv û hereketa ne
Cinazê Silemanê Ahmed, Qolaxasî Kerem li ber çava ne
Heyfa min tê bi jê kirina Ecem, nişan û rutbê Hemîdîyê ên wan e
Asîyê û Besraye li berhev dane, şer pir giran e
Dergûşa lawîn jî, li tova Hesenan e,
ew jî mezin dibe di şerra da, bide şopa bav û kalan e.
Di kilaman da çend têgeh hene:
“kul di qamê te keve”: Tû ne sax bî, hewcedar bî.
”gûlî birrê, pur kurrê”:Buna jinan tê gotînê ku tû di şermek mezinda bî, fedî ar bikî ku nikaribî bikevî nav cimatê, rureş bî, şerm û fedî buna te hindik tê.
”bi çar çavan li çavên min binêre”: Bi çaven xwa û yên min, ango gorî dîtina xwe û ên min li çavên mi binere.
”bi sê dengan banî kir”: Bi dengekî emr, bi dengekî xeber, bi dengekî nerm, rica û hezkarî bangîn kirin e.
”Sê car” pîroze, bî sê cara bangî/lawa yî Xuda dikin. Bi sê cara sond dixun. Bi sê car gotinê jin tê berdan. Sê car, sê dewr/zeman e (berî me, dema me, me şunda; dûnî, îro, sibe.
Kaynaklar
- Begik, Mahmut: Reso-Şahê Dengbêjan, Weşana Nubihar, 2018, İstanbul
- Dît, Nedim: Dengbêj Geleneğinin Sonu ya da Bu Geleneğin Son Halkası: Reso, Kovara BÎR, Hejmar 6, 25 Temmuz 2010
- Güneş, Ömer ve İbrahim Şahin: Antolojiya Dengbêjan (Reso, Şakıro, Huseyno-3 cilt), Weşana Nubihar, 2018, İstanbul
- Uluçay, Ömer: Dêngbêjî ve Folklor, Favori yayını, 2022, Ankara